Mîr Celadet Alî Bedirxan ku di 15'ê Tîrmeha 1951'an de li Şamê wefat kir, bi berhem û çalakiyên ku bingehên weşan û wêjeya nûjen a Kurdî danîn, wek yek ji bandorkerîn kesayetiyên dîroka hemdem a çand û zimanê Kurdî tê nasîn.
Mîr Celadet Elî Bedirxan di sala 1893'an de li Stembolê ji dayik bû. Ew neviyê Mîr Bedirxanê Cizîrî û kurê Emîn Elî Bedirxan, yek ji damezrînerên Cemiyeta Tealiya Kurd, bû. Perwerdeya xwe ya seretayî û navîn li Stembolê qedand û di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de, wek efserê artêşa Osmanî li Eniya Qefqasyayê xizmet kir.
Piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî, tevî hemû hewildanên wî ji bo afirandina yekîtiyê di navbera eşîrên Kurd de, negihîşt encamekê. Di sala 1922'an de bi birayê xwe Kamran Bedirxan re çû Almanyayê û li wir perwerdeya xwe di warê hiqûqê de berdewam kir û ji bo bidestxistina şehadetnameya doktorayê serketî bû. Wî di sala 1925'an de pêşî çû Qahîreyê û piştî demekê berê xwe da Şamê; bajarê ku di wê demê de di bin desthilatiya Fransayê de bû.
Mîr Celadet Elî Bedirxan li Sûriyeyê, bi saya rewşenbîr û pêşengên Kurd ên wekî Hacî Aga, Ekrem Cemîl Paşa û Qedrî Cemîl Paşa re, di damezrandina Rêxistina Xoybûnê de roleke gelek çalak lîst.

Kovara "Hawar"ê; Cejna Zimanê Kurdî
Di salên 1930î de, Mîr Celadet Elî Bedirxan biryar da ku çalakiyên xwe li ser zimanê Kurdî bikîne. Wî bi nivîskar û rewşenbîrên Kurd re, di 15'ê Gulan 1932'an de dest bi weşandina kovara Hawarê kir. Ji ber vê yekê, îro ev dîrok wekî "Roja Zimanê Kurdî" tê pîrozkirin.
Hawar rûpeleke nû di dîroka zimanê Kurdî de vekir. Ji bo cara yekem, li kêleka alfabeya Erebî, alfabeya Latînî ya zimanê Kurdî jî hate bikaranîn. 23 hejmarên pêşîn ên vê kovarê bi her du tîpên Latînî û Erebî hatin weşandin, lê ji hejmara 24'an pê ve, kovar bi temamî bi alfabeya Latînî hate weşandin.
Alfabeya ku îro Kurd tê bikar tînin, cara yekem bi awayekî sîstematîk di Hawarê de hate bikaranîn. Naveroka vê kovarê bi giranî bi devoka Kurmancî dihat weşandin, lê bi rêkûpêk berhemên bi devoka Soranî û heta radeyekê jî bi zimanê Zazakî tê de cih digirtin. Berevajî kovarên Kurdî yên serdema Osmanî, Hawar tu naverokek bi zimanê Tirkî weşan nedikir, lê rûpelên wê bi zimanê Fransî hebûn û beşek ji naveroka Kurdî jî bi zimanê Fransî dihat wergerandin.
Hawar tenê kovarek nebû; gelek nivîskar û rewşenbîrên navdar ên Kurd, wekî Kamran Bedirxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn û Qedrîcan, di bin siya vê kovarê de mezin bûn. Hawar bi giştî 57 hejmar weşandin û di sala 1943'an de weşana xwe bi dawî kir.
Mîr Celadet Elî Bedirxan di sala 1942'an de li Şamê, li kêleka Hawarê, kovareke wênedar bi navê "Ronahî" jî weşand. Ronahî di destpêkê de wekî berdewamiya Hawarê dihat weşandin, lê piştî girtina Hawarê, demekê jî bi awayekî serbixwe weşana xwe domand.
Salên dawî yê jiyanê; di bin zexta sirgûnê de
Mîr Celadet Elî Bedirxan salên dawî yê temenê xwe di nav tengasiyan, pirsgirêkên aborî û zextên sirgûnê de derbas kir. Wî li gundê Hecan a li nêzîkê Şamê bi çandiniyê mijûl dibû.
Di 15'ê Tîrmeha 1951'an de, ji ber hilweşîna bîrekê, di bin kavilên wê de ma û jiyana xwe ji dest da. Goristana vê rewşenbîrê mezin îro li Şamê ye.
Mîr Celadet Elî Bedirxan dilgirî û hesasiyeta xwe ya li hemberî zimanê Kurdî bi vê hevokê vegotiye:
"Ziman, keleha herî bihêz a hebûn û nasnameya me ye. Azadî û pêşeroja Kurdan bi parastina zimanê xwe ve girêdayî ye."

Parêzvan û Rewşenbîrê Armana Kurdî
Mîr Celadet Elî Bedirxan mîrateyekî bêhempa û berhemên mayinde ji xwe re hiştin. Di serê van berheman de, lêkolînên wî yên li ser ziman û rêzmana zimanê Kurdî cih digirin. Berhemên wekî "Alfabeya Kurdî", "Rûpelên Alfabeyê" û "Rêzmana Alfabeya Kurdî", bingeheke zexm ji bo hînkirina zimanê Kurdî peyda kirin. Herwiha pirtûka wî ya navdar bi navê "Rêzmana Zimanê Kurdî" ku bi hevkariya Roger Lescot hatiye amadekirin û herwiha lêkolîna wî ya li ser "Ferhenga Kurdî", ji girîngtirîn bingehên zimannasiya Kurdî têne hesibandin.
Mîr Celadet Elî Bedirxan tenê zimannasek nebû, belkî di heman demê de parêzvan û rewşenbîrê armana Kurdan jî bû. Ev aliyê kesayetiya wî bi zelalî di berhemên wekî "Derbarê Pirsgirêka Kurd" (De La Question Kurde) ku bi zimanên Fransî û Tirkî hatiye weşandin, nameya dîrokî ya bo Mustafa Kemal (Atatürk) û herwiha berhema "Rûyê Veşartî yê Hilweşîna Edirneyê" (Edirne Sükûtunun İç Yüzü) ku wî bi birayê xwe Kamran Bedirxan re nivîsiye, tê dîtin.
Wî di warê wêje, şano û çandê de jî berhemên bi qîmet ji xwe re hiştin. Helbestên wî yên ku di kovara Hawarê de hatin weşandin û paşê bi navê "Were Doteme" hatine berhevkirin, şanoya "Heyvînd", berhema "Destpêka Dua û Niyazên Êzîdiyan" û herwiha notên wî yên kesane yên ku bi navê "Notên Rojane" hatine weşandin, beşeke girîng a mîrateya çandî ya Kurdan pêk tînin.
Îro, di heftê û pêncemîn salvegera koça Mîr Celadet Elî Bedirxan de, ev pêşengê mezin ê zimanê Kurdî û armana Kurdan, bi hurmet, spasdarî û evîn tê pîrozkirin. Rêya ku wî bi ked û hewldana xwe ronî kir, hê jî çirayê rêya gelê Kurd e.



Çavkanî: Ajansa Nûçeyan a Kurdî Welat
Wergerandin bo Kurmancî: Şeqayeq Kemalî - KurdPress
Your Comment